PeyamaKurd- Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wêrankirina goristana Xiristiyanan a Koyeyê nerazîbûna xwe bi tundî diyar kir û biryar da ku, ew goristan bê nûjenkirin û hêzên ewlehiyê jî raspartin ku bikerên wê kiryarê desteser bikin.
Di daxuyaniya ku îro 4ê Kanûnê hatiye belavkirin de, helwesta fermî li ser destdirêjiyên ser goristana Xiristiyanan li bajarê Koyeyê hate nîşan dan û wekî karekê têkderane hate şermezarkirin.
Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, hemî dezgehên peywendîdar ên hikûmetê hatine raspartin ku divê bi lez dest bi lêkolînê bikin û rê nedin ku tawanbar ji qanûnê derbikevin, herwiha divê ew bên dîtin û cezayê xwe yê tund werbigirin.
Herwiha wekî peyameke piştrastbûnê ji bo xwişk û birayên Xiristiyan û ji bo nehiştina şûnwarên wê kiryara nexwestî, bi fermana rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dayîn ku tevahiya wê goristanê bê nûjenkirin.