PeyamaKurd - "Beşdariya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî di pêşketina herêmê de pabendbûna wê ya ji bo aştî û geşbûnê nîşan dide" Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) vegeriya Hewlêrê.
Serokwezîr Barzanî di peyamekê de ku îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, wiha got:
"Ez spasiya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê û serokatiya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî dikim ji bo avakirina navendek ji bo diyalog û danûstandina nêrînan."
Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kir ku beşdarbûna serokatiya Îmaratên Yekbûyî ya Erebî di pêşketina herêmê de pabendbûna wan a ji bo aştî û geşbûnê nîşan dide.
Mesrûr Barzanî piştî rêze hevdîtinên girîng û berhemdar bi serokatiya siyasî, wezîr û berpirsên Îmaratên Yekbûyî yên Erebî re, serdana xwe ya sê rojî ya bo Îmaratên Yekbûyî yên Erebî bi dawî kir.