PeyamaKurd – Banka Navendî ya Yekîtiya Ewrûpayê biryara faîza xwe diyar kir. Banka faîza xwe ya di sê tiştên esasî de neguhert lê bo enflasyonê wê hedefa xwe ya %2 biparêze.
Konseya Rêvebir ya Banka navendê (ECB) biryara faîza xwe ragihand bo raya giştî. Civîn, di şertên kureyî yên ku ne zelalin û di bin gengeşeyên erdnîgariyê de çêbû.
Faîz di sê babetan de wehaye: Faîza mewdûatê %2, Faîza fonkirina Marjînal %2,15 û faîza perê esasî yê Refînansmanê %2,40.
Banka, hedefa enflasyona temamê YEyê kir %2.