PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Kanûnê sersaxî ji Şiwan Zirarî û malbata wî re xwest, ji ber wefta dayika wî Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber koç dawî ya Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî pêyameke serxweşiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Rêzdar Şiwan Zirarî; Ji ber wexera dawiyê ya dayika we (Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî), ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê wê bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide we.”