PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Mijdarê pêşwazî li Balyoza Holandayê Janet Alberda kir. Di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkariya hevbeş di warên cuda de hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de pêwendiyên Holandayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Encûmena Nûneran û rewşa giştî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî dubare kir. Herwiha li ser çawaniya berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de di war û kertên cuda de bîr û ramanên xwe parve kirin.
Di dawiya civînê de, rewşa herêmê û çend mijarên din ên ku cihê girîngiya hevbeş in, hatin nirxandin.