PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Kanûnê ‘Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh – Christmas’ bi peyamên xwe pîroz kirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got: "Bi boneya Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh, ez pîrozbahiyên herî germ li xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ku ev cejn bi xwe re aştî, aramî û xêr û xweşiyê bîne."
‘Kurdistan landgika pêkvejiyanê ye’
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Di vê boneyê de em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her car dê landika bihevrejiyan, lêborîn û hevtemamkirina navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne. Em hemû welatiyên xwe yên Xirîstiyan piştrast dikin ku em dê berdewam parêzerên maf û azadiyên wan bin."
Barzanî hêvî xwest ku sala nû bibe sala bidawîhatina şer û aloziyan û aramî li cîhanê serdest bibe.
Ji Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê
Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya li ser medya civakî de got: “Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.”