Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr pêvajoya astiyê gotûbêj kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr pêvajoya astiyê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Mijdarê, pêşwazî li siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr kir. Di hevdîtinê de, bi taybetî pêvajoya aştiyê û girîngiya serxistina wê hat gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya pêvajoya aştiyê kirin û hemfikir bûn ku serkeftina aştiyê dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê bike.

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo proseya aştiyê dubare kir û got: "Divê derfeta aştiyê ji dest neçe û pêwîst e her kes ji bo serxistina wê hewl bide."

Osman Baydemîr spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji ber rola wî ya di piştgirîkirina pêvajoyê de û hêvî xwest ku hewldanên wî di vî warî de berdewam bin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê jî hatin nirxandin.