PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê (23.12.2025) bi boneya bidawîhatina erkê wî, pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Mihemed Hesen kir.
Serdaneke xatirxwestinê
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Mihemed Hesen kir ji bo rola wî ya erênî di piştgirîkirina pêvajoya siyasî û hewlên wî yên ji bo peydakirina aramî û seqamgiriya li asta Iraq û Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê NYyê Mihemed Heswn pêzanînên xwe nîşanî Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan, ji bo ew hevahengî û hevkariya baş a ku ligel ajansên Neteweyên Yekbûyî hatine kirin.
Di beşeke din a civînê de, dawîn pêşveçûnên rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.