PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamena Iraqê guhertineke ji nişka ve kir û Şaxewan Ebdullah vekişand. PDKê li şûna Ebdullah, Serokê Fraksiyona xwe Ferhad Etrûşî wekî namzed nîşan da.
Li gorî agahiyan, piştî çend hevdîtin û civînên li gel serkirde û berpirsên aliyên siyasî yên li nav Parlamentoya Iraqê, PDKê biryar da ku Şaxewan Ebdullah vekişîne û Serokê niha yê Fraksiyona PDKê Ferhad Etrûşî wekî namzedê nû destnîşan bike.
Tevî ku ji bo rûniştina parlamentoyê çend caran zengil hat lêdan jî, heya niha hejmareke kêm a parlamenteran çûne hundirê holê û rêjeya yasayî ji bo hilbijartina Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê temam nebûye. Herwiha hîn ne diyar e ku PDK dê di şûna Ferhad Etrûşî de kê bike Serokê Fraksiyona xwe ya li parlamenê.
Doh jî Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî wekî Serokê nû û Ednan Feyhan jî wekî Cîgirê Yekem ê Serok hilbijartibû. Lê pêvajoya hilbijartina Cîgirê Duyem ketibû gera duyem.
Di navbera Şaxewan Ebdullah (berbijarê PDK) û Rêbiwar Kerîm (berbijarê Bereya Helwest) de hevrikiyeke tund hebû, lê ti aliyekî nekarî piraniya dengan (166 deng) bi dest bixe. Lewma hilbijartin bo rûniştina îro maye.
Tê çaverêkirin ku bi guhertina berbijar û namzedkirina Ferhad Etrûşî, PDK bigihîje lihevkirineke berfirehtir li gel aliyên din û posta Cîgirê Duyem ku pişka Kurdan e, yekalî bibe.