PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gorî lihevkirinên Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê, artêşa Sûriyê wê derbasî deverên Kurdan nebe.
Çavkaniyeke ji Rêveberiya Xweser eşkere kir, îro an sibe lihevkirina dawiyê û tevgir a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de bi rengekî fermî tê ragihandin.
Li gorî çavkaniyê wê artêşa Sûriyê derbasî herêmên Kurdî nebe, lê wê hêzên asayîşê li wan herêma hebin û girêdayî Wezareta Navxwe bin.