PeyamaKurd – Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Mehmûd El-Mislit diyar kir ku bêyî lihevkirinek neteweyî avahiyek nû nayê avakirin û got, "Têkiliyên me bi Şamê re baş in û danûstandinên me berdewam dikin."
MSD li Qamîşloyê civînek li dar xist da ku pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê binirxîne.
Li gorî ANHAyê, di civîna ku li Hola Melekiyeyê hat lidarxistin de, rêberên raya giştî, oldar, şêxên eşîran, jin û ciwan jî beşdar bûn.
"Sûriye wê venegere rewşa xwe ya berî 2011an"
Mehmûd El-Mislit di civînê de axivî û diyar kir ku Qamîşlo xwezaya cihêreng a Sûriyeyê temsîl dike.
Mislit diyar kir ku Sûriye di serdemek çarenûssaz re derbas dibe û got, "Îro li Sûriyeyê pergalek nû û daxwazên nû hene. Divê em li gorî berpirsiyariyên vê serdemê tevbigerin da ku welêt ber bi serkeftinê ve bibin."
Mislit tekez kir ku Sûriye êdî nikare vegere rewşa xwe ya berî 2011an û got, "Em naxwazin Sûriye parçe bibe; em baweriya xwe bi yekîtiya gel tînin. Dema ku em bi hev re bin, em ê biserkevin."
"Divê hikûmeta Şamê rewatiya xwe ji hundir ve werbigire."
Mislit di derbarê polîtîkayên hikûmeta Şamê de tekez kir ku divê hikûmet rewatiya xwe ji hundir, ji gel, ne ji derve werbigire.
Mislit tekez kir ku her çend di navbera gel de pirsgirêk tune bin jî, kesên ku dixwazin nakokiyan biçînin hene û got, "Em bêyî lihevkirinek neteweyî nikarin vê avahiyê ava bikin. Ji bo bidestxistina Sûriyeya ku em dixwazin, pêdivî bi yekîtiyê heye."
"Gotûbêj bi Şamê re berdewam in, Em bi Dewletên Ereb re di Têkiliyê de ne"
Di beşa herî balkêş a axaftina xwe de, Mislit behsa têkiliyên bi hikûmeta Şamê re kir û got:
"Tiştên ku li Şamê diqewimin ji bo me girîng in. Em her tim dixwazin ku Sûriye di rewşek baş de be û sazî û deriyên sînor ên me werin vekirin. Em mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin. Gotûbêj bi hikûmeta veguhêz a li Şamê re berdewam dikin. Peymana 10ê Adarê rêyek e ji bo bidestxistina yekîtiya neteweyî. Têkiliyên me bi Şamê re baş in, û diyalog berdewam dike. Em bi dewletên Ereb re jî di danûstandinan de ne û em ji qada siyasî dûr nînin."