PeyamaKurd – Hevserokê Komîteya Danûstandinê ya Rêveberiya Xweser, Ebd Hemed el-Mehbaş, di civînekê de li bajarê Tebqayê ragihand ku ji bo serkeftina peymana di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hewldanên mezin ên navneteweyî hene. El-Mehbaş destnîşan kir ku bi taybetî Amerîka, Fransa û Erebistana Siûdî roleke çalak di pêkanîna vê lihevkirinê de dilîzin.
El-Mehbaş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina hikûmeteke demokratîk û sivîl ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike. Her wiha, wî gotinên nefretê û teşwîqkirina tundûtûjiyê ya ji her du aliyan şermezar kir û daxwaz kir ku medya û saziyên olî berpirsiyarî hildin ser milên xwe.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku vegera bi mîlyonan sûriyeyiyên koçber ji bo nûavakirina welat "pêşîniyeke neteweyî û exlaqî" ye. El-Mehbaş diyar kir ku bêyî vegera xelkê bo ser mal û milkên wan, tu projeyên siyasî yên pêşerojê bi ser nakevin. Li gorî wî, serkeftina Peymana 10ê Adarê niha bi cîbicîkirina wê ya pratîkî ya li ser erdê ve girêdayî ye.