PeyamaKurd- Endamê Fermandariya giştî ya HSDê Sîpan Hemo li ser êrîşên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê peyamek belav kir û got, "Em bawerin dê gel li taxên xwe be û li kêleka zarokên xwe li ber xwe bide."
Sîpan Hemo li ser êrîşên taxên Kurdan diyar kir, "Îro roja rûmetê ye û Şêx Meqsûd û Eşrefiyê sembola berxwedanê ne."
Hemo got ku ew bawer in wê gel li taxên xwe bimînin û li kêleka zarokên xwe li ber xwe bidin.
Herwiha Hemo bal kişand li ser berxwedana herdu taxan û wiha pê de çû: “Wê bergiriyê di ber rûmet û ewlehiya xwe de bikin. Berxwedana gel wê planên êrîşkaran têk bibe. Wê berxwedan heta parastina ax, mirov û rûmetê dewam bike."