PeyamaKurd – Parlementera Diyarbekirê ya AKPê Suna Kepolu tevî bernama Rûdawê bû û got ku “CHP bapîrên me îdam kiriye”. Sûna Kepolu di bernama Rûdawê de CHPê da ber topan.
Komîsyona meclisê di bin serokatiya Numan Kurtulmuş de civiya û biryara çûna Îmraliyê da. Bo biryarê partiyên MHP, AK Parti, DEM Parti, TİP û EMEP gotin belê lê partiyên HÜDA PAR û CHP bi neyînî deng dan. Li ser mijarê Kepolu got:
“Kî naxwaze bila neçe lê wê komîsyon here Îmraliyê û bi Öcalan re rûnê.”
Suna Kepolu mijarê bir ser partiya CHPê ku di salên 1920an de desthilata CHPê çawa mezinên Kurda îdam kiriye û got:
“CHP bapîrên me îdam kir û heya niha bo milletê Kurd tiştek nekir. Eger tiştekî gotibin jî bo berjewendiyên xwe gotine. Wê pêvajo heya dawiyê here. Milletê Kurd jî û milletê Tirk jî vêya dixwaze.”
Suna Keolu keça Mehmûd Axayê Keliye ku Mehmûd Axa hêj di dergûşê de bû, di sala 1925an de desthilata CHPê bavê wî Mihemed Axa girt û bir dageha Îstîqlalê ya Diyarbekirê û bi Şêx Seîd re îdam kirin.