Berpirsê Amerîkî: Hevkariya stratejîk a bi HSDê re berdewam dike

PeyamaKurd- Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Michael Mitchell, girêdana welatê xwe bi hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re di şerê dijî DAIŞê de tekez kir.
Mitchell, herwiha fikarên xwe yên kûr derbarê zêdebûna tundiyê li parêzgeha Siweydayê anî ziman.
Rayedarê Amerîkî Michael Mitchell ji El-Şerq El-Ewset re daye xuyakirin, Amerîka ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê, hevkariya xwe ya stratejîk a bi HSDê re didomîne.
Mitchell diyar kir: "Em pabendbûna xwe bi hevkariya bi HSDê re di hewldanên têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê de tekez dikin."
Herwiha bang li hemû aliyan kir ku xwe ji aloziyan dûr bixin û da zanîn: "Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ragirin û xwe ji her pevçûneke ku aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bide, dûr bixin."
Li ser bûyerên tundiyê yên li parêzgeha Siweydayê jî Mithell nîgeraniya welatê xwe bi awayekî eşkere anî ziman û destêwerdana tund a li dijî xwepêşanderên sivîl şermezar kir.
Mitchell got: "Em ji ber zêdebûna tundiyê li Siweydayê, di nav de bikaranîna hêzê li dijî sivîlên ku mafê xwe yê xwepêşandanên aştiyane bi kar anîne, gelekî nîgeran in."
Hikûmeta Sûriyeyê wek berpirsiyarê parastina sivîlan binav kir û got: "Em bi nîgeranî li pevçûnên dawî yên di navbera hêzên hikûmetê û hin komên herêmî de dinêrin. Me eşkere kiriye ku hikûmeta Sûriyeyê berpirsiyar e ji parastina sivîlan û misogerkirina mafên wan. Em bang li wê dikin ku kesên ku qanûn binpê kirine werin darizandin û ji her cure aloziyeke din dûr bikevin."
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




