Li navça Seyhan a Adanayê parêzerekî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê li navça Seyhanê parêzerê bi navê E.E. (46) di ofîsa xwe de, bi demançê xwe kuşt. Di lêkolîna di ofîsa parêzer de nivîsekî hat dîtin ku tê de gotiye:
“Ji ber deynên xwe, ez xwe dikujim.”
Cîranên parêzer dema dengê demançê ji ofîsa parêzer hat, xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Dema tîm gihan ofîsa parêzer, dîtin ku parêzer E.E. xwe kuştiye.
Piştî lêkolîna ewilî hat kirin, cenazê parêzer ji bo otopsiyê şandin morga Tib a Edlî ya bajarê Adanayê.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




