Dr. Raed Fehmî: Karmendên Kurdistanê bûne rehîneyên kêşeyên siyasî

PeyamaKurd - Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê Dr. Raed Fehmi, îro 4ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de li ser birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê axivî û got: "Tê hîskirin ku welatî û karmendên mûçedar ên Herêma Kurdistanê bûne rehîneyên pirsgirêkên siyasî. Divê nanê welatiyan ji her pirsgirêkeke siyasî were veqetandin.”
Raed Fehmî diyar kir: “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî destûr bê bikaranîn. Niha pirsgirêkeke rastîn heye û divê ew bi rêya destûrê di zûtirîn dem de were çareserkirin.”
Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê wiha pê de çû: “Ji bo ku pêkhateya federalî ji bo Iraqê careke din vegere, divê wiha bê fêmkirin ku pêşketina Herêma Kurdistanê pêşketina tevahiya Iraqê ye, bi baweriya temam bi federalîzmê divê hemû pirsgirêk bên çareser kirin.”
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




