Mazlûm Ebdî: Em hêvî dikin ku aştî li seranserê welêt serwer be

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Mazlûm Abdî di peyama xwe de Cejna Qurbanê pîroz kir.
Ebdî di peyama xwe de got, "Em hêvî dikin ku aştî li seranserê welêt serdest be û hemû kesên ku neçar mane koç bikin vegerin malên xwe."
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de ev tişt got:
"Em Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanên HSDê yên jin û mêr ên li herêmê, hemû gelên Sûriyeyê û cîhana Îslamê pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku li seranserê welêt aştî û aramî serdest bibe û hemû şêniyên bajêr vegerin ser mal û milkên xwe.
Werin em beşdarî avakirina serdema nû bibin û jiyana xwe ya hevpar xurt bikin. Cejna we pîroz be."





