Êzidiyan hem piştgirî da şanda Rojavayê Kurdistanê hem jî rexne kir

Êzidiyan hem piştgirî da şanda Rojavayê Kurdistanê hem jî rexne kir

PeyamaKurd- Encûmena Êzidiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya tam ji bo şandeya hevbeş a Kurdî ya ji bo danûstandinan diçe Şamê ragihand. Herwiha nebûna endamê êzidî di şandeyê de jî rexne kir.

Encûmenê ev pêngav weke "dîrokî" bi nav kir û nirxekî bilind da hewldanan, lê di heman demê de rexne li nebûna nûnerekî Êzidî di nav şandeyê de girt û daxwaz kir ku ev kêmasî di qonaxên bê de were sererastkirin.

Encûmena Êzidiyan da xuyakirin, ew ji baweriya bi doza xwe û vîna gelê Kurd li Sûriyeyê, piştgirî û palpiştiya xwe ya tam ji bo şandeya danûstandinkar a Kurdî radigihînin.

Encûmenê diyar kir ku ew "ruha berpirsiyarî û wêrekiya ku Tevgera Kurdî bi hemû aliyên xwe ve nîşan daye" bi nirx dibînin, bi taybetî ji ber ku doza pêkhateya Êzidî weke "beşekî cudanekirî yê gelê Kurd" di nav bername û dîtina xwe ya siyasî de pejirandiye. Li gorî daxuyaniyê, vê yekê di van şert û mercên çarenûsî de "rewaîtiyeke zêde" daye doza Êzidiyan.

Encûmenê bang li hemû hêz, alî, rêxistin û kesayetiyên niştimanî û demokratîk ên Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl kir ku li pişt vê şandeyê bisekinin, ji ber ku ew "derfeteke dîrokî ye ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyên ku di nava nîv sedsalê de di bin desthilatdariya malbata Esed de hatine piştguhkirin, û di serî de jî Êzidiyên Sûriyeyê."

Di heman demê de, encûmenê bi awayekî rexneyî bal kişand ser nebûna endamekî Êzidî û got: "Divê em tekez bikin ku dûrxistina her kesayetiyekî ji pêkhateya Êzidî ji endamtiya vê şandeyê, kêmasiyek e di berçavgirtina taybetmendiyên wan ên neteweyî û dînî de. Diviyabû ew bibin pêkhateyeke bingehîn ku di ti qonax û di ti rêyeke diyalogê an nûnertiyeke giştî ya Kurdî de neyê paşguhkirin."

Ligel vê rexneyê, Encûmena Êzidiyan hêviya xwe anî ziman ku "ev kêmasî di qonaxên pêş de bi misogerkirina beşdariyeke bibandor a kesayetiyên ji pêkhateya Êzidî di nav komîteyên pispor de were çareserkirin."

Encûmenê tekez kir: "Tevî vê yekê, em bawer in ku hemû endamên şandeyê, bê cudahî, cihê rêz û pêbaweriyê ne ku doza Êzidiyên Sûriyeyê bi ruheke biratî û berpirsiyarî rabikin, nemaze ku wan benda naskirina destûrî ya ola Êzidî di kongreya yekrêzî û gotara Kurdî ya ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, pejirandibû."

Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê amadebûna xwe ya tam ji bo alîkariyê ragihand û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em amade ne ku hemû derfetên xwe yên yasayî û zanistî bixin xizmeta vê şandeyê û hemû belge û dosyayên pêwendîdar bi çarenûs û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û bi taybetî yên pêkhateya Kurdên Êzidî pêşkêş bikin."

Ev nivîs 145 car hatiye xwendin.