Endamên 'Heyeta Muzkereyan ya bi Şamê re' aşkera bûn

PeyamaKurd – Piştî ‘Konferansa Yekîtiya Kurd ya Rojava û Tewrê Hevpar’ , heyeta Kurd ya ku bi Şamê re hevdîtinan bike aşkera kirin bi awayekî nivîskî nav hatin ragihandin.
Wê endamên heyetê bi rayedarên Şamê re, bi partiyên Kurdistanî û navdewletî re dest bi hevdîtinan bikin. Ragihandina nivîskî ji aliyê hevserokatiya heyetê de hat ragihandin û avakirina heyetê ragihand.
Konferansa navborî di 26ê Nîsanê de li Qamîşlo hatibû kirin û hevserokên heyetê niha navên endaman ragihandin.
Di heyetê de ji Serokê Konseya Kurd ya Netewî ya Sûriyê (ENKS)ê serokê wê Mihemed İsmail, berdevkê ENKSê Feysel Yusif û endamê ENKSê Sileman Oso cîh girtin.
Ji PYDê hevseroka wê Perwin Yusif, endamê komita Hevserokatiya PYDê Aldar Xelil hene. Reyhan Loqo ku hevseroka Kongra Starê ye, Ehmed Sileman, Selah Derwiş û Nasredin İbrahim hene.
Li gor daxwuyaniyê; civîna avakirina heyetê îro an ku di 4ê Hezîranê de, bi tevlîbûna fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endama fermandariya YPJê Rohilat Efrin û endama dîwanê ya Konferansê İlham Ehmed civiya. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Di 26ê Nîsanê de terefên ku tevlî ‘Konferansa Yekîtiya Kurdên Rojava û Tewrê Hevpar’ bûn, di encama şêwra navbera me de, li gor tewrê hevpar yê Kurd yê li ser doza Sûriyê û Kurd, biryar hatiye dayîn ku heyet bê avakirin da bi Şamê, Partiyên Kurdistanî û partiyên navdewletî re hevdîtin bikin, heyet civîna avakirinê di 4ê Hezîranê de kir.
Di civînê de fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endama fermandariya giştî ya YPJê Rohilat Efrin û endama dîwana konferansê İlham Ehmed amade bûn.
Heyet, wê di nav çend rojên pêşiya me de dest bi xebatên xwe bike.
Di heyeta Kurd de; Perwin Yusif û Mihemed İsmail hevserok hatin bijartin, Aldar Xelil, Reyhan Loqo, Ehmed Sileman, Sileman Oso, Selah Derwiş, Nasredin İbrahim û Feysel Yusif bûn endamên heyetê.
Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.




