Jan Dost Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê Boykot kir: Zimanê serdest Erebî ye

Jan Dost Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê Boykot kir: Zimanê serdest Erebî ye

PeyamaKurd - Nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost, bi mebesta ku rêveberiya Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê zimanê Kurdî wek zimanê duyem ê pêşangehê nîşan daye, pêşangehê boykot kir.

Jan Dost amaje bi wê yekê kir ku rêveberiya pêşangehê gringî nedaye zimanê Kurdî û di pêşangehê de zimanê Erebî serdest e.

Jan Dost di peyama xwe ya bi sernavê "Ragihandina boykotkirina Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê” de wiha nivîsiye:

“Divabû ez beşdarî semînerekê derbarê zimanê biyanî û nivîsîna pê, bibama, lê belê ji ber ku rêveberîya pêşangehê zimanê Kurdî wekî zimanê duyem nîşan dide, ez vê çalakiyê û hemû çalakiyên din boykot dikim.”

Jan Dost di derbarê mijarê de ji Rûdawê re jî axivî û got:

“Di 2009an de di navbera Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê û Dezgeha El-Meda ya Erebî de, ji bo lidarxistina Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê girêbestek hat îmzekirin. Ew girêbest mixabin bi zimanê Erebî, di navbera wezîrê wê demê Felakedîn Kakeyî û Serokê Dezgeha El-Medayê Fixrî Kerîm de hate îmzekirin. Ev girêbest ne zelal e çimku nabêje wê kengî biqede. Pêwîst bû bihata eşkerekirin ku ew girêbest wê kengî biqede da ku derfeta Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê çêbibe wê dezgehê biguherîne.”

“Zimanê Kurdî pîroz e û divê bihê parastin”

Jan Dost amaje bi wê yekê jî kir ku ew herçend hinek caran bi zimanê Erebî berhemên xwe dinivîse jî, lê belê zimanê Kurdî li ba wî pîroz e û divê bihê parastin.

Jan Dost tekez kir ku ew ê heta dawiya jiyana xwe bi Kurdî binivîse û got: “Ev çend salên li pêşangehê ne dîmenekî Kurdistanê heye û ne zimanê Kurdî serdest e û Kurdî tim di bin zimanê Erebî de ye. Ev yek nabe, ji ber ku em li Herêma Kurdistanê ne û zimanê fermî yê yekem Kurdî ye, divê li wir jî zimanê yekem Kurdî be. Wekî min got divê di aliyê şeklî de zimanê Kurdî berz û bi xeta stûr bûy û zimanê Erebî jî li jêr bûya.”

“Zimanê Kurdî sivik dikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Jan Dost ji ber vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rexne kir û got: “Pêwîst nedikir em vê bikin mijareke raya giştî, lê belê çima siyasetmedarên me û hikûmeta Kurdistanê li hemberî vê yekê çavên xwe digirin. Ez vê yekê wekî sivikkirina zimanê Kurdî dibînim.

Xala din jî dema min li ser Facebooka xwe rexneyeke biçûk nivîsî, yek ji rêvebirên Dar El Medayê di dema ahenga îmzekirina pirtûka min de hat bi awayekî tund bi min re axivî û ji min re got 'te çima wisa nivîsandiye?' Min jî got ku 'ez ji bo zimanê Kurdî dinivîsim û min rexneyeke biçûk kiriye. Ev tişt li welatekî ku navê wî Kurdistan e nayê qebûlkirin.”

“Divê pêşangeh Kurdistanî be”

Di derbarê nasnemaya Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê de jî Jan Dost nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Divê ev pêşangeheke Kurdistanî be ne ku pêşangeheke Erebî. Dema dibêjin pêşangeheke navdewletî ew jî nerast e ji ber ku Erebî ye. Wekî pêşangeheke welatên Ereban e. Navekî mezin lê hatiye kirin lê şaş e, bêhtir pêşangeheke Îraqî û Erebî ye û hinek weşanxaneyên Herêma Kurdistanê di nav de cihê xwe girtiye. Divê pêşangeh xwerû bi Kurdî be û yên din ne lazim in. 22 dewletên Ereban hene û ji bo pêşketina zimanê Erebî her yekê salê 2-3 pêşangehan li dar dixin. Xizmeta çand û zimanê Erebî ya welatên wan bes in.”

“Divê piştevaniya weşanxaneyên perçeyên din ên Kurdistanê bê kirin”

Jan Dost herî dawî xwest ku piştevaniya weşanxaneyên perçeyên din ên Kurdistanê bêne kirin û got: “Minak weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê ji ber nedana vîzeyê nekarine bên. Tenê Weşanxaneya Neqişê hatiye. Herwiha wêşanxaneyên Bakurê Kurdistanê jî di anîna pirtûkan de rastî gelekî zehmetiyan hatine. Ji bo ew zerer nekin divê stand ji wan re belaş be. Li her welatê cîhanê ev yek ji bo pêşxistina çand û ziman tê kirin.” 

16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê 17ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 27ê mehê berdewam bike.