Li Germiyanê di êrîşeke çekdarî de kesekî can da û yek jî birîndar bû

Li Germiyanê di êrîşeke çekdarî de kesekî can da û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Duh êvarê li gundê Barîkeyê yê bi ser bajarokê Qoretûyê  yê Îdareya Germiyanê, bûyereke kuştinê qewimî.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Germiyanê, zilamekî bi navê Selam Îsmaîl Kakebira (52 salî, karmendê asayîşê) di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, dema kesekî din bi navê D.M.M.  (53 salî, mamosta, rûniştvanê Kelarê) birîndar bû. Birîndar ji bo dermankirinê bi lez rakirine Nexweşxaneya Beşa Lezgîn a Şehîd Hejar a li Kelarê.

Xizmên qurbaniyan diyar kir ku bûyer di nav bax û baxçeyan de qewimiye û tawanbar kesekî naskirî bû, ku berê pirsgirêkeke wî bi qurbaniyan re hebû.

Polîsê Germiyanê ragihand ku lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin û bi biryara dadwer, li gorî madeya 405ê, fermana girtina tawanbar hatiye derxistin.

 

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.