Rapor: Girtîgeha herî mezin a Îranê bûye cihê îşkenceya jinan

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek ya Tahranê de, raporek parve kir. Li gorî rêxistinê Girtîgeha Qerçek a li Tehranê bûye cihê îşkencekirina jinan û qeyrana mirovî ya girtiyên siyasî yên jin.
Rêxistinê ragihand ku girtîgeha Qerçek bi tundiya sîstematîk a li dijî girtiyên jin bi nav û denge û bûye sembola ‘îşkencekirina bêdeng’.
Li gorî heman rêxistinê li girtîgehê demeke dirêj e ceyran tê birîn, xizmeta tenduristiyê nayê kirin, ava pêwîst nîne û ev yek hemû dibin sedem ku jiyana girtiyên siyasî bikeve bin metirsiyê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku hinek girtiyên siyasî yên jin bi nexweşiyên demdirêj ketine û nayên tedawî kirin.
Hêjayî gotinê ye Girtîgeha Qerçek, yek ji girtîgehên herî mezin a li paytexta Îran Tehranê ye. Çalakvanên mafê mirovan, parêzerên serbixwe û rêxistinên navneteweyî jî di derbarê binpêkirinên li vê girtîgehê de tên kirin, gelek caran bang kirine û hişyarî dane. Lê li gorî raporan, binpêkirinên li ser girtiyên li girtîgeha Qerçek roj bi roj zêdetir dibin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




