Serok Barzanî: Hilbijartin ji bo em Iraqê vegerînin ser rêya rast derfeteke gelek bas e
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 7ê Mijdarê di ahenga dawî ya bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo piştgiriya Lîsteya 275'an a Hewlêrê de, gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî got, "Hilbijartin rêya herî rast e ji bo ku gel biryarê li ser çarenivîsa xwe bide" û diyar kir: "Kêfxweşiya min nayê wesifkirin ku îro ez di xizmeta we de me û hûn hemû bi xêr hatin ser çavan. Amadebûna we ya bi vê kelecanê û bi van moralan, her dem hêvîbexş e ji bo me."
Serok Barzanî derbarê hilbijartinan de got: "Wek hûn agadar in, sê-çar rojên me ji bo hilbijartinan mane. Hilbijartin rêya herî rast e ji bo ku gel biryarê li ser çarenûsa xwe bide û li gorî me ev meseleyeke prensîbî ye."
Serok Barzanî sedemên beşdarbûna PDK'ê di hilbijartinan de eşkere kir û got: "Em dizanin ku di vê hilbijartinê de guhertin di hejmara kursiyan de çênabe, ji ber ku kursî jixwe berê hatine dabeşkirin. Lê em ji ber du sedemên sereke beşdar bûn. Ya yekem, gelek dost û hevkarên me yên Ereb û dostên me yên li derve, hemûyan daxwaz kir ku em beşdar bibin. Herwiha me peyamên gelek erênî ji dost û hevkarên xwe yên li Bexdayê wergirtin ku dibe ev hilbijartin bibe rêxweşker ji bo ku em proseya siyasî ya li Iraqê vegerînin ser rêya wê ya rast. Ev derfeteke gelek baş e, ji ber vê yekê em beşdar bûn da ku bi wan dost û hevkarên ku bawer dikin pêwîst e reformên bingehîn li Iraqê bên kirin re, destê xwe têxin nav destê wan û hemû hewldanê bidin."
Serok Barzanî sedema duyemîn a beşdarbûnê anî ziman û got: "Sedema duyemîn a beşdariya me di hilbijartinên Iraqê de, ji bo wê yekê ye ku giraniya PDKê nîşanî her aliyekî bê dayîn." Herwiha bang li xelkê kir û got: "Ez daxwazê ji we dikim, her çend pêwîstiya we bi rênîşandanê nîne, lê dengê xwe bidin Lîsteya 275'an, da ku bibe bersivek ji bo her kesî."
Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de behsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û rexne li YNK'ê girt: "Piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, me daxwaza hikûmeteke bin-fireh kir, lê piraniya aliyan opozisyonbûn hilbijartin. Em bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re ketin gotûbêjan, lê mixabin YNKê xwest demê bikuje heta ku bigihîje hilbijartinên Iraqê. Lê ew mercên ku berî hilbijartinê hebûn, piştî hilbijartinê namînin."
Serok Barzanî li ser xalên din ên bernameya PDKê got: "Damezrandina Encûmena Federalî dê bibe garantiyek ji bo mafên Herêmê û parêzgehên din ên Iraqê jî. Divê yasayeke li gorî destûrê ji bo bac û resûmatan derkeve. Madeya 140 ne tê jibîrkirin, ne jî em dev jê berdidin, divê bê cîbicîkirin. Ez ji xwişk û birayên me yên li navçeyên derveyî Herêmê re dibêjim: Piştrast bin ku hûn di dilê me de ne."
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.