Numan Kurtulmus: Komîsyon dikare biryara çûna Îmraliyê bide
PeyamaKurd – Serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş bi berpirsên giştî yên weşanên dezgeyên medyayê yên Tirkiyê re civiya û li ser pirsa ku wê komîsyon seredana Îmaraliyê bike an neke de, Kurtulmuş got:
“Ji bo pêvajo temam bibe, dibe gavekî weha bê avêtin. Lê yê biryarê bide, komisyona me ya meclisêye. Eger komîsyon biryarekî weha bide, mirov dikare li gor biryarê tevbigere.”
Civîna komîsyonê ya 17em bi sedema wezîrekî endamê komîsyonê li derveyê welat bû, bi sedema teknîkî hat paşxistin.
Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û serokê MİTê İbrahim Kalın roja Pênşemê agahiyan bidin komîsyonê.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.