Şeybanî: "Li gel HSDê têgihîştineke hevbeş çêbûye"

Şeybanî: "Li gel HSDê têgihîştineke hevbeş çêbûye"

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî diyar kir ku di danûstandinên bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) re "pêşketineke girîng" çêbûye û diyar kir ku alî niha ji rêbazên leşkerî di çareserkirina pirsgirêkên xwe de dûr dikevin.

Şeybanî di Konferansa Diyalogê ya Manamayê de ku li Manamaya paytexta Behrêynê hat lidarxistin, axivî û got, "Di navbera aliyan de têgihîştineke hevbeş çêbûye; em niha ji rêbaza leşkerî dûr ketine û ber bi çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ve çûne."

Şeybanî tekez kir ku peymana ku di 10ê Adara 2025an de di navbera HSD û Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, xaleke werçerxê ye di vê pêvajoyê de.

Peymana ku ji aliyê Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ve hatiye îmzekirin, parastina agirbestê û entegrekirina hêzên HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de pêşbînî dike.

Wezîr diyar kir ku piştî rêkeftinê têkiliyên birêkûpêk ên di navbera aliyan de berdewam kirine û got, "Meha borî nêzîkî pênc civîn hatin lidarxistin. Em niha ji nêzîkatiya leşkerî dûr ketine û gihîştine qonaxekê ku em dikarin pirsgirêkên Sûrîyeyîyan di navbera xwe de çareser bikin."

Şeybanî tekez kir ku "diyaloga Sûrî-Sûrî" divê bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên li welatê wî û girîngiya danûstandinên di navbera hikûmeta veguhêz û HSDê de tekez kir. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyekê de di 10ê Cotmehê de diyar kir ku piştî entegrekirina hêzên wî di nav artêşa Sûriyê de, yekîneyên Hêza Dijî Terorê (CTF) wê berpirsiyarê ewlehiyê li seranserê welêt bin û ne tenê li bakur lê li seranserê Sûriyê wê li dijî terorê şer bikin.

Wezîr Şeybanî herwiha fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên di derbarê bakurê Sûriyê de anî ziman û got, "Tirkiye yek ji wan welatan e ku girîngiyê dide Sûriyê. Ew hin herêmên Sûriyê wekî krîtîk ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî dibînin, û em nikarin vê yekê paşguh bikin."

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.