PeyamaKurd – Amedsporê biryar da ku di maça Iğdirsporê de, li hember dirûşmeyên heqaretê yên li dijî Leyla Zana, tribunên xwe belaş ji bo jinan veke.
Her çend bertekên li hember dirûşmeyên nijadperest û heqaretê yên ku ji aliyê komek alîgirên Bursasporê ve di maça Bursaspor-Somasporê ya 16ê Kanûnê de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatine kirin berdewam dikin jî, Amedsporê biryar da ku di maça xwe ya bê de tribunên xwe belaş ji bo jinan veke.
Cîgira Seroka Amedsporê Şeyda Arslantaş ji MA re got, "Em ê bi zêdekirina hejmara jinan li tribunan bersiva herî baş bidin van êrîşan."
Arslantaş diyar kir ku êrîşên nijadperest û seksîst ên li dijî Leyla Zana êrîşek li ser nasnameya jinan e û Amedspor bi salan e têdikoşe da ku pêşî li tribun û çalakiyên werzîşî bigire ku ji bo gotinên nijadperest, cudakar û seksîst ên bi vî rengî neyên bikaranîn.