Kampanyaya ‘emoji’ ya Ala Kurdistanê hate destpêkirin

Kampanyaya ‘emoji’ ya Ala Kurdistanê hate destpêkirin

PeyamaKurd – Ciwanê Kurd Bokan Caf ji bo Ala Kurdistanê wek emojî li ser torên medya civakî û sîstemên giştî yên sepanên înternetê de cî bigire kampanyayek da destpêkirin.

Ciwanê Kurd ê Helebceyî ku damezrînerê Google Crowdsource Bokan Cafê ye, kampanyaya xwe roja Newrozê 21ê Adarê daye destpêkirin û gotiye wê mehekê berdewam bike.

Bokan Caf, welatiyên Kurd jî xwest, ji ber ku Alaya Tacikistanê nêzîkî şêwaz û rengên Alaya Kurdistanê ye niha di şîrove û parvekirinên xwe de Alaya Tacikistanê bi kar bînin.

Caf berê jî di zêdekirina zaraveyê Soranî ya Kurdî ya li Google Translate de rolekî girîng lîstibû, niha ji bo zêdekirina Alaya Kurdistanê ya di nav emojiyan de dest bi xebatan kiriye.

Bokan Caf ji Rûdawê re gotiye, serkeftina kampanyayê girêdayî nêrîn û îradeya welatiyan e û bangî welatiyên Kurd kir ku di şîrove û parvekirinên xwe de niha emojiya Alaya Tacikistanê bi kar bînin.

Khêjayî gotinê ye, karê Unicodeyê ku rêxistinek bêalî ye û armanc dike karûbarên nermalavê û kodkirinê gerdûnî bike, li zêdetirî 20 milyar cîhazan tê bi kar anîn. Emojî jî ji hêla vê kompanyayê ve têne çêkirin.

Emojiyên alayan bi gelemperî ji bo dewletên serbixwe têne bikaranîn lê Bokan Caf destnîşan kir ku hin herêmên ku ne welatên serbixwe ne, wekî Giravên Faroeyê, Gronland û Antartîkayê xwedî emojî ne.