Amerîka bende nîne ku operasyona Îsraîlê li ser Refahê bêkirin

Amerîka bende nîne ku operasyona Îsraîlê li ser Refahê bêkirin

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku ew bende nînin Îsraîlê operasyon bike ser Refahê. Şêwirmendê Koşka Sipî John Kirby ragihand ku heya heyeta Îsraîlê neçe Amerîkayê û di mijarê de neaxifin, bende nînin ku Îsraîl operasyonekî bike ser bajarê Refahê. Kirby di rêya videokonferansê de pirsên rojnamevana bersivand û li ser mijara Xezzayê fikrên xwe rave kir.

Li ser biryara konseya ewlehiyê ya NY ku Amerîka rengê dengê xwe aşkera nekiribû û di dengdanê de ressesive mabû, li dijî Îsraîlê biryar hatibû dayîn. Li ser mijarê Îsraîlê çûna heyeta xwe ya ji bo Amerîkayê betal kiribû.

Li ser pirsa di derbarê mijara çûna heyeta Îsraîlê ya ji bo Amerîkayê John Kirby wextekî zelal neda lê got ku hevdîtinên wan bi Îsraîlê re bi zêdbarî dewam dikin.

Kirby, dubare kir ku wê operasyona Îsraîlê ya ser Refahê xeta be lê dikarin bi Îsraîlê re li ser alternatîfan rawestin.