Amerîka daxwaza lêkolînê li ser kuştin û veşartina 2 welatiyên Filistînî dike

Amerîka daxwaza lêkolînê li ser kuştin û veşartina 2 welatiyên Filistînî dike

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser pirsa kuştin û definkirina 2 filistîniyan li Xezeyê bersiveke nivîskî da. Berdevk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber bûyerê gelekî aciz bûne û got, "Em li bendê ne ku ev bûyer bi awayekî baş bê lêkolînkirin û eger pêwîst bike kesên pêwendîdar berpirsyar bên dîtin."

Berdevkê Amerîkayê diyar kir ku wan nekarîn bi awayekî serbixwe dîmenên ku yekem car di kanala El Cezîre de hatin weşandin piştrast bikin, lê li ser wan dîmenan yekser bi aliyê Îsraîlî re têkilî danî û derbarê bûyerê de agahî xwestin û wiha got: "Lê belê berpirsyariya Îsraîlê heye ji bo îdiayên bi bingeh ên binpêkirina hiqûqa şer lêkolîn bikin û li gorî vê yekê berpirsyar bên dîtin."

Di nûçeya ku rojek berê li kanala El Cezîre hat weşandin de, dîmenên leşkerên Îsraîlê hatin weşandin û 2 Filistîniyên ku dixwestin vegerin malên xwe yên li bakurê Şerîda Xezzeyê, dikujin û paşê wan bi buldozeran kaş dikin û di nav qûmê de dixin. Bi wesifkirina bûyera navborî wekî "sûceke şer" gelek pispor daxwaz ji NYê kirin ku li ser van sûcên ku Îsraîlê li dijî Filistîniyan pêk anîne û yên wekî wan lêkolînan bike.