Amerîka: Me berê hişyariyê dabû Rûsyayê

Amerîka: Me berê hişyariyê dabû Rûsyayê

PeyamaKurd – Koşka Sipî ya Amerîkayê ragihand ku li ser bûyera avêtina ser salona konserê ya Moskovayê, berya bûyerê ji Moskovayê re bi nivîskî notê “tehdîda terorê” şandiye.

Şêwrimendê Koşka Sipî yê Amerîkayê John Kirby li ser rojevê di rêya telekonferansê de ji bo rojnamevanan rojevê nirxand. Kirby got ku nabe li pişt bûyerê Amerîka an Ûkrayna hebe û tiştên Rûsya dibêje ji xwe ew exlaqê wan ê hergaviye ku meselê bi derekî din de dibin. Kirby got ku berpirsê êrîşa Moskovayê DEAŞe û weha dewam kir:

“Ya rast Amerîka xwest ku ber li bûyerê bigre û Kremlin jî vêya dizane. Berya êrîşa 22ê Adarê rêvebiriya Amerîkayê ji bo rayedarên Rûsyayê tehdîdên ji bo ahengên komkî û tehdîda terorê ya ji bo konseran aşkera û bi hûrayî agahiyê da Moskovayê.”

Kirby, ragihand ku Amerîka di 7ê Adarê de bi wextê Moskovayê seet di 11.15an de di rêya ku berê bikardianîn de li gor ûsûlê an ku li gor presudurê, li ser tehdîda terorê bi nivîskî not şand Moskovayê.

Rojek di peyde, ji bo hemwelatiyên Amerîkayê yên li Moskovayê dijîn, ji raya giştî re aşkera hişyariya ewlehiyê dane û berya wê jî di mijarên weha de agahiya tehdîda terorê şandine ji Moskovayê re.

Li payîtexta Rûsya li Moskovayê di 22ê Adarê de  DEAŞê êrîşê biribû ser salona konsere ya bi navê "Crocus City Hall"ê, 143 kesan kuştibûn û 11 kesên êrîşker û yên di nav bûyerê de hatibûn desteserkirin.