Biden, bi Obama û Clinton re li New Yorkê kampanya hilbijartinê amade dike

Biden, bi Obama û Clinton re li New Yorkê kampanya hilbijartinê amade dike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê yê Partiya demokratan Joe Biden li bajarê New Yorkê bi serokên Amerîka yên berê Barack Obama û Bill Clington re tevlî kampanya hilbijaretinê dibe û gelek tedbîrên tund li bajêr hatine sitendin.

Biden, li navenda Manhattanê li navenda xwepêşandanê ya Radio Citty Music Hallê tevlî ahenga bexşandinê dibe. Kolanên dora navendê tev ji trafîkê re hatine girtin. Polîsê New Yorkê (NYPD) 20 kamyonên tije qûm daniye dora navendê.

Di ahengê de Biden, Obama, Clington, First Lady Jill Biden, Queen Latifah, Aktor Mindy Kaling, Ben Platt, Lea Michele û kesên weka Cynthia Erivo hene.

Li gor medya Amerîkayê; wê 5 hezar kes tevlî ahengê bibin û Biden kiriye armanc ku di kampanyayê de 25 milyon dolar pere kom bike.

Bilêta herî erzan 250 dolare, wê gelek kesên dewlemend tevlî kampanyayê bibin, kes hene ku ji bo bi her sê serokan re bikevin heman dîmenê 100 hezar dolar pere bidin, hene ji bo bi Biden re tevlî heman resepsiyonê bibin 250 hezar dorlar bidin û yên bibin xwediyê mafê hevdîtinê bi Biden re wê 500 hezar dolar pere bidin.

Hilbijartina serokatiya Amerîkayê wê di meha 11an de bibe û Biden heya niha 155 milyon dolar pere daye hev lê Trump heya niha 37 milyon dolar pere daye hev.