DYAyê 4 balafirên bêmirov ên Hûsiyan xistin xwarê!

DYAyê 4 balafirên bêmirov ên Hûsiyan xistin xwarê!

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li Yemenê 4 balafirên bêmirov ên Hûsiyan îmha kirine.

Di daxuyaniya ku li ser mijarê li ser platforma medyaya civakî X hat dayîn de, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku Amerîkayê duh bi saeta herêmî di navbera 06.00-22.56an da li dijî 4 balafirên bêmirov ên Hûsiyan ên li Yemenê "êrîşeke parastinê" li dar xist.

Di daxuyaniye de hat parvekirin ku ti zirar negihaye wesayiten Amerikaye û wiha hat gotin, “Ev kiryar ji bo parastina azadiya seyrûseferê û ewlekirina avên navneteweyî ji bo Hêzên Deryayî yên Amerîkî û keştiyên wê yên bazirganî têne kirin.”