Hûsî: Me ji meha Mijdarê û vir ve 86 keştiyên Îsraîl, DYA û Îngilîstanê kirine hedef

Hûsî: Me ji meha Mijdarê û vir ve 86 keştiyên Îsraîl, DYA û Îngilîstanê kirine hedef

PeyamaKurd – Televîzyona El Masîra ya Hûsiyan, axaftina Serokê Tevgera Hûsî Ebdulmelîk El-Hûsî weşand.

Hûsî di axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku hêzên deryayî yên Yemenê yên girêdayî tevgerê vê hefteyê 9 keştî kirine hedef û got, bi vî awayî hejmara keştiyên girêdayî Îsraîl, DYA û Îngilîstanê ku ji meha Mijdarê û vir ve li Deryaya Sor û Deryaya Omanê bûne hedef, bûye 86.

Hûsiyan diyar kir ku di nava vê hefteyê de di 10 operasyonên ku hatin lidarxistin de 37 moşekên balîstîk û pêgerên hewayî yên bêmirov li dijî hedefên "dijmin" hatin lidarxistin û Hûsiyan diyar kir ku operasyon li dijî bajarê Eîlatê yê Îsraîlê hatiye lidarxistin.

Hûsî amaje bi wê yekê kir ku geryana Îsraîlê ya li Deryaya Sor gelekî kêm bûye û tekez kir, eger êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê neyên rawestandin wê operasyonên wê berdewam bikin.