Heyeta Amerîkayê ji bo bi Tirkiyê re li ser mijara YPGê biaxife diçe Tirkiyê

Heyeta Amerîkayê ji bo bi Tirkiyê re li ser mijara YPGê biaxife diçe Tirkiyê

PeyamaKurd – Şêwrimendê çapemeniyê û têkiliyên bi gel re yê wezareta berevaniya Tirkiyê Tûxamîral Zeki Aktürk li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist.

Aktürk ragihand ku wê sibê ji meclisa nûneran ya Amerîkayê, ji Komîta Xizmetên Bergiriyê yên Netewî heyetekî seredana Tirkiyê bike. Wê heyet bi wezîrê berevaniya Tirkiyê Yaşar Güler re hevdîtin bike û wê li ser mijara desteka Amerîkayê ya bi YPGê re, li ser amadekirina balafirên F-16an û li ser nûjenkirina wan biaxife.

Aktürk, li ser operasyonên artêşa Tirkiyê (TSK) yên ser Herêma Kurdistanê û Rojava agahiyan da.

Çavkaniyên wezaretê ragihandine ku di heyeta Amerîka de 4 kes hene, wê bi wezîr Güler re hevdîtin bikin û wezaret di daxwuyaniya xwe de weha dewam kiriye:

“Di mijara hevdîtina bi komîtê re, di rojeva têkiliyên bi Tirkiyê re têkoşîna bi terorê re, desteka Amerîkayê ya ji bo YPGê, pêvajoya amadekarina F-16an û nûjenkirina wan, projeyên ku li benda kongra Amerîkayê ne ku kongre tesdîq bike hene. Wê wezaret, hesasiyetên Tirkiyê yên netewî bîne rojevê.”