HRW: Tirkiye bi zorê penaberan derbasî Sûriyê dike

HRW: Tirkiye bi zorê penaberan derbasî Sûriyê dike

PeyamaKurd – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a bi ser Neteweyên Yekbûyî ve (HRW) derbarê vegerandina penaberên sûrî ji aliyê Tirkiyê ve weşand.

Di raporê de, berevajî daxuyaniyên Tirkiyê ya “vegera dilxwazî” ya penaberên Sûriyê ragihand: “Tirkiye bi zorê penaberan derbasî Sûriyê dike” û hate gotin, li herêmên ketine kontrola Tirkiye û komên çekdar binpêkirên hiqûqî dewam dikin.

HRWê bersiv da îdiayên Tirkiyê û diyar kir, hêzên Tirkiyê bi kêmanî ji sala 2017an ve bi hezaran penaberên Sûriyeyî girtine û zorê li piraniya penaberan dike belgeyên “vegera dilxwazî” îmze bikin û derbasî Sûriyê bibin.

Cîgirê Rêveberiya HRWê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle di raporê de gotiye: “Vegera dilxwazî” ku Tirkiye pêk tîne, vegereke bi dare zorê ye û bal kişandiye ser, şandina penaberan bo Girê Spî û daye zanîn: “Ji ber şert û mercên dervmirovî yên li Girê Spî gelek Sûriyeyî neçar dimînin birevin.”

Li gorî raporê, Tirkiyê di navbera mehên Kanûn û Çileya sala borî de 57 hezar û 519 Sûriyeyî û yên din derxistine derveyî sînor ku ji vê hejmarê 16 hezar û 652 kes di deriyê Girê Spî re hatine derbaskirin.