HRW: Wagnera Rûsyayê bi artêşa Maliyê re sivîlan dikuje

HRW: Wagnera Rûsyayê bi artêşa Maliyê re sivîlan dikuje

PeyamaKurd – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) îdia kir ku şîrketa ewlekarî ya Rûsî Wagner ji Kanûna 2023an ve bi artêşa Malî re sivîlan dike hedef.

Di rapora bi sernavê "Malî: Wehşeta Artêş û Koma Wagner a Li Dijî Sivîlan" a ku ji aliyê HRW'ê ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku Wagner li Maliyê sivîlan kiriye hedef.

Di raporê de hat ragihandin ku ji Kanûna 2023an û vir ve, şîrketa ewlekariya Rûsyayê Wagner û artêşa Malî li herêmên navendî û bakurê welêt bûne sedema mirina gelek sivîlan, di nav de zarok jî hene.

Di raporê de hat destnîşankirin ku mirina sivîlan li Malî di encama serdegirtin û êrîşên balefirên bêmirov de rû didin û piştî derbeya leşkerî têkiliyên bi Rûsyayê re baş bûne û êrîşên çeteyên Rûs ên ku bûne sedema mirina sivîlan zêde bûne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di êrîşên bi balafirên bêmirov de dawet û merasîmên cenazeyan jî hatine hedefgirtin û hat destnîşankirin ku Wagnerê di 16ê Çileyê de dawetek û di 17ê Çileyê de jî merasîma cenaze bi van wesayîtan hedef girtin û di encamê de 4 jê zarok herî kêm 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.