Îsraîlê êrîşî ser Balafirgeha Helebê kir

Îsraîlê êrîşî ser Balafirgeha Helebê kir

PeyamaKurd – Îsraîlê êrîşeke asmanî li ser balafirxane û kargehên berevaniyê li parêzgeha Helebê li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anî. Çavkaniyên ji AFPê re axivîn diyar kirin ku di êrîşê de herî kêm 36 leşkerên Sûriyeyê mirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê balafirgeha navneteweyî û kargehên berevaniyê yên li navçeya Sefîre kirin hedef.

Sîstemên parastina hewayî yên artêşa Sûriyê bersiva roketên dijmin dan.

Di daxuyaniya rejîma Sûriyeyê ya têkildarî êrîşê de hate gotin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyên Sûriyeyê ji AFPê re axivîn û diyar kirin ku herî kêm 36 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û gelek leşker jî birîndar bûne.

Hesabên medyaya civakî yên nêzî rejîma Sûriyeyê îdia kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê di 17ê Adarê de li herêma Kalamonê gelek xal kirine hedef.

Ji sala 2011an ve ku şerê navxweyî destpê kir, Îsraîl car caran êrîşan li ser balafirxaneyên Heleb û Şamê, li ser komên ku Îran piştgiriya wan dike û xalên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê pêk tîne.