Keştiyên şer ên Rûsyayê derbasî Derya Sor bûn

Keştiyên şer ên Rûsyayê derbasî Derya Sor bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 2 keştiyên şer ên Rûsyayê derbasî Deryaya Sor bûne ku hêzên deryavaniya Amerîka û Brîtanyayê jî ji bo rêgiriya êrîşên Hûsiyên Yemenê li wê derê ne.

Li gornî ragihandina medya rûsî, 2 keştiyên şer ên Rûsyayê di tengava Bab El Mendib re derbasî Deryaya Sor bûne.

Hatiye diyarkirin ku tîmên herdu keştiyan perwerdeyên têkoşîna li dijî hemû senaryoyan wergirtine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku keştiyên Rûsyayê di çarçoveya geşta deryayî li deryayên navneteweyî de erkên xwe pêk tînin.

Hêjayî gotinê ye, ev hemleya Rûsyayê li demeke ku hêzên Deryavaniya Amerîka û Brîtanyayê ji bo pêşîgirtina êrîşên Hûsiyên Yemenê bi ser keştiyên bazirganî de li Deryaya Sor bicih bûne, pêk tê.