Lavrov: Em ji bo danûstandinê amade ne

Lavrov: Em ji bo danûstandinê amade ne

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna li gel rojnameya Rûsî Îzvestia de di derbarê hêrişa terorî ya li Moskowê de piştrast kir ku DYAyê daneyên sîxurî yên hêrişan daye Rûsyayê, lê belê di derbarê hêrişê de Ûkraynayê wek gumanbar destnîşan kir.

Lavrov li ser daxuyaniyên welatên rojavayî yên piştî hêrişa terorî ya 22ê Adarê ya li ser Hola Konsertê ya  Moskowê nirxand û got, “Rojava hewl dide her kesî qanî bike ku DAIŞê ev hêriş pêk aniye û bi taybetî Ûkrayna, ti alî ne gumanbar in. Ew bi berdewamî dibêjin Ûkrayna ne gumanbar e. Me gelek caran gotiye ku em ê li bendê bin ku lêpirsîn bi dawî bibe û encamên dawî derbikevin. Hêzên ewlekariyê hê jî di derbarê bidestxistina delîlan dixebitin, lê belê em nikarin tezên ku diyarin ne angaştin paşguh bikin, çimku qasidên hêrişê li nêzîkî sînorê Ûkraynayê hatin girtin. Gava em pirsa 'wê kî ji vê hêrişê sûd werbigire?' ji xwe dipirsin, em nikanin Ûkraynayê paşguh bikin."

"Ji DYAyê hişyariya hêrişan hat"

Lavrov, li ser pirsa di derbarê daxuyaniyên berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên "Me beriya hêrişê hişyariyê da Rûsyayê." jî vê bersivê da:

"DYAyî bi her vê yekê destnîşan dikin ku di 7ê Adarê de hişyarî dane me. Dûv re, di 8ê Adarê de, hişyariyek din ji Balyozxaneya Brîtanyayê hat. Ev hişyarî bû ji bo welatiyên li Moskovayê ji bûyerên mezin dûr bikevin. Wek rêzikekê, têkiliyên di navbera saziyên sîxuriyê de têne paşguhkirin, lê belê Rêveberê Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê Alexander Bortnikov, di hevpeyvînekê de got ku 'ev pêwendî pêk hat û hişyariyek ku wê hêriş pêk bên hat.' lê belê daneyên ku gihîştin ber destê me daneyên giştî bûn û bê hûrgulî bûn. Wekî din tiştekî ku ez li vê mijarê zêde bikim tune ye."

“Em amade ne di her mercî de danûstandinan bikin”

Lavrov ji bo plana aştiyê ya Rûsya û Ûkraynayê peyva "bêwate ye" bi kar anî û got:

"Hin xalên wek vekişîna leşkerî ya Rûsyayê ya ji herêmên ku xistiye bin kontrola xwe ku nayên qebûlkirin hene. Heta hin xalên vê plana ku tê payîn di lûtkeya aştiyê ya ku tê plankirin li Swêdê bê lidarxistin neyên guhertin, wê Rûsya nikaribe beşdarî vê lûtkeyê bibe û bi vî awayî jî wê ev plan bi ser nekeve.

Em amade ne ku di her rewşê de danûstandinan bikin, lê ne li ser hêmanên formulên Serokkomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy. Siyasetmedarek li Washington, Bruksel, London, Parîs an Berlînê çawa dikare bêje ku ji bilî formula Zelensky ti alternatîf tune ne?"