"Li Xezzeyê cihekî ewle nemaye"

"Li Xezzeyê cihekî ewle nemaye"

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de daxuyanî da.

Dujarrîc bal kişand ku divê dîmenên 2 sivîlên Filistînî yên hatin kuştin û cesedên wan di nav qûmê da hatine veşartin bên lêkolînkirin û wiha got: "Helbet em nikarin dîmenan piştrast bikin, lê ev bûyereke sosret e."

Dujarric destnîşan kir ku di dîmenan de nêrîna Neteweyên Yekbûyî ya ji destpêkê ve wekî "Li Xezzeyê ji bo sivîlan cihekî ewle namîne" piştgirî dike û diyar kir ku divê bûyer bi berfirehî bê lêkolînkirin.

Di dîmenên ku hatin weşandin de tê dîtin ku leşkerên Îsraîlî du Filistîniyên ku dixwestin vegerin malên xwe yên li bakurê Şerîda Xezzeyê gulebaran dikin û dikujin.