Otobus ji ser pirê ket jêr: 45 kes mirin

Otobus ji ser pirê ket jêr: 45 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Başûr otobusa ku ji Botsvanayê diçû devera Moriayê li devera sînor li bajarê Limpopoyê di wexta sibê de ji ser pirê ket jêr. Di nav rêwiyan de tenê zarokekî 8 salî birîndar rizgar bû û 45 kesên din mirin.

Wezîrê gihandinê yê Afrîka Başûr Sindisiwe Chikunga ji bo çapemeniyê ragihand ku li ser sedema qezayê lêpirsînê dikin.