Piştî 10 salan seferên hewayî yên navbera Tirkiyê û Trablusê destpêkir

Piştî 10 salan seferên hewayî yên navbera Tirkiyê û Trablusê destpêkir

PeyamaKurd – Piştî deh sal di serde derbas bû seferên navbera Lîbya û Tirkiyê destpêkirin. Sefera yekem balafira THY kir û giha balafirgeha Mitigayê ya navdewletî ya payîtexta Lîbyayê.

Ev sefera yekem bû ku hat kirin û balafira THY li Mitigayê bi merasim hat pêşwazîkirin. Di merasimê de wezîrê gihandinê yê Lîbyayê Muhammed eş-Şuhubi, balyozê Tirkiyê yê Trablûsê Kenan Yılmaz û rayedarên din amade bûn.

Di merasimê de wezîrê gihandinê yê Libyayê Muhammed eş-Şuhubi sipasiya xwe ji bo THY û hukumeta Tirkiyê kir û got ku li seranserê dinyayê THY diçe 315 ciyan û ev jî ji bo çûnûhata dinyayê hêsankariyê çêdike û hem têkiliyên her dû welatan pêşde dibe.