Rapirsiya dawî ya Stenbolê hate eşkere kirin: Kîjan namzed li pêş e?
PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, rapirsiya dawî ya bajarê Stenbolê ku çavê hemû aliyan li ser e hate eşkere kirin.
Kompaniya lêkolîn û rapirsiyan PANORAMATR encamên rapirsiya hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê di navbera rojên 21-23yê Adara 2024an de hatiye kirin, parve kir.
Li gorî rapirsiyê namzedê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li pêşiya namzedê AK Partiyê Murat Kurum dixuyê.
Encamên rapirsiyê li gorî partiyan wiha ne:
CHP (Ekrem Îmamoglu): % 44,7
AK Partî (Murat Kurum): % 37.5
Partiya Zafer: %4,5
DEM Partî: % 4,3
Yeniden Refah: % 3,7
ÎYÎ Partî: % 1,7
Yên din: % 3,6