Reuters: Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê de bi dehan kes mirin

Reuters: Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê de bi dehan kes mirin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîl û komên çekdar ên li Helebê de sivîl û leşker hatine kuştin. Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di saet 01.45an de bi şev li Helebê êrîşên asmanî yên li dijî gelek herêmên Helebê hatine kirin.

Du çavkaniyên ewlehiyê yên ku ji Reutersê re axivîn, ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê de 38 kes ku 5 ji wan endamên rêxistina Hizbullaha Lubnanî ne hatine kuştin. Di dema ku êrîşên asmanî hevdem bûn ligel êrîşên balafirên bêmirov (BHB) ji deverên gundewarê Idlib û Helebê, wezaretê diyar kir ku êrîşên balafirên bêmirov ji aliyê "rêxistinên terorîst" ve hatin kirin û sivîlên li Helebê û derdora wê kirin armanc.

Lê wezaretê di daxuyaniya xwe de derbarê hejmara kuştiyan de agahî neda û diyar nekir ku ji êrîşên Îsraîl an jî rêxistinên çekdar kîjan ji wan hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama êrîşê de gelek sivîl û leşker şehîd û birîndar bûne, ziyanên madî di mal û milkên giştî û taybet de çêbûne."