Şanda Amerîka wê li ser mijara F-16an bi rayedarên Tirk re bicive

Şanda Amerîka wê li ser mijara F-16an bi rayedarên Tirk re bicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku sibe 29ê Adarê şanda Meclîsa Nûneran a Amerîkayê serdana Tirkiyeyê dike û li ser mijara dayîna balafirên F-16 bo Tirkiyeyê bi rayedarên Tirk re dicive.

Hate diyarkirin ku wê şanda Amerîkî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler re hevdîtinê bike û mijarên dabînkirina balafirên F-16 û têkoşîna dijî terorê gotûbêj bikin.

Li gorî zanyariyan wê şanda Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi çar endamên xwe li Tirkiyeyê be û li ser proseya dayîna F-16an û modernîzekirina wan bo Tirkiyeyê danûstandinan bike.

Çavkaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê dane xuyakirin ku wê di hevdîtinan de herwiha têkoşîna dijî terorê jî were rojevê û ew dê ji Amerîkayê mijara piştevaniya PKK-YPGê jî binirxînin.