Xamineyî bi Nûnertiya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re hevdîtin kir

Xamineyî bi Nûnertiya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî li Tehranê bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ziyad El Nehhale û şanda pê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rewşa Xezzeyê û êrîşên Rejîma Siyonîst hat gotûbêjkirin. Nahhale destnîşan kir ku gelê Xezzeyê tevî hêzên berxwedanê planên DYA û Îsraîlê pûç kirin.

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ziyad Nehhale û heyeta pê re ku hat Tehranê, rewşa Filistîn û Xezzeyê gotûbêj kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Xamineyî pêşwaziya Nehhale û şanda pê re kir.

Xamineyî di hevdîtinê de li ser geşedanên li Xezzeyê jî ev daxuyanî da:

"Rewşa kuştina jin û zarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst bi hemû kelûmelên xwe yên leşkerî û piştgiriya hêzên hovane yên cîhanê nîşan dide ku ev Rejîm hêza berxwedanê û têkbirina hêzên berxwedanê nîne."

Nahhale herwiha diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan gelê Xezeyê li gel hêzên berxwedêr ên Filistînê planên DYA û Îsraîlê pûç kirin û diyar kir ku di navbera hêzên berxwedanê bi taybet tevgera Hamas û Cîhada Îslamî de hemahengiyeke tam heye.

Nahhale rewşa Xezzeyê nirxand û got, "Gelê Xezzeyê û hêzên berxwedêr heta serkeftina dawî wê li ber xwe bidin û bi îzna Xwedê wê di demeke ne dûr de serketina dawî pêk were."

Roja borî Xamineyî bi Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye re ku di çarçoveya pêwendiyên xwe yên fermî de li Tehranê bû, civiya.