Heyva Sor ya Kurda: Li Qamîşlo 175 hezar koçber hene

Dîroka Weşanê :
Heyva Sor ya Kurda: Li Qamîşlo 175 hezar koçber hene

PeyamaKurd – Hevserokê Heyva Sor ya Kurda Dilgeş Îsa ragihand ku li Qamîşlo li dora 175 hezar koçber hene. Dilgeş, li ser rewşa koçberên li Qamîşlo bo Rence Cemal axifiye.

Îsa gotiye ku piraniya koçberan di sala 2018an de ji Efrînê koç kirine Şehba, Tabka û Reqqayê û ji wan deran hatine Qamîşloyê. Temamê wan piştî êrîşên artêşa Sûriyê çûne ber bi Qamîşlo ve.

Li gor Dilgeş Îsa; li Qamîşlo jimara koçberan di navbera 150-175 hezarî de ye û rewşa jiyana wan baş nîne.

Îsa, her weha gotiye ku li Qamîşloyê 115 dibistan, 20 mizgeft û gelek salonên mezin bo koçberan veqetandine û piraniya wan jî di malên bineciyên Qamîşlo de dimînin.

Her çiqas di 30.01.2026an de agirbes di navbera HSDê û Şamê de çêbûye jî, heya niha li ser dagera koçberan rewş amade nebûye.