Iraq: Çareseriya herî baş şandina petrolê ya bi rêya Kerkûk û Tirkiyê ye

PeyamaKurd- Çavdêriya Eko-Iraq ragihand ku piraniya hinardekirina petrola Iraqê diçe bazarên Asyayê, ji ber ku lêçûnên veguhestinê erzantir in. Pisporê enerjiyê yê Eko-Iraqê, Duraid Abdullah got, "Nêzîkî 75% ji nefta Iraqê ji bazarên Asyayê re tê hinardekirin."
Abdullah got, "Petrol bi taybetî ji bendera Basrayê ji welatên Asyayî yên wek Çîn û Hindistanê re tê hinardekirin, ji ber ku Asya ji aliyê veguhestinê ve cîhê herî erzan û bilez e."
Herwiha anî ziman ku "Ne mimkune hinardekirina neftê bo van welatan bê zêdekirin, ji ber ku bazara Asyayê tije ye û pêdivî bi zêdekirina hawirdekirina petrolê tune ye."
Hêjayî gotinê ye, bi taybetî Rûsya û Erebistana Siûdî beşeke mezin a neftê ji bazara Asyayê re dişînin.
Herwiha Abdullah got, "Çareseriya herî guncaw ji bo kêmkirina lêçûnan û zêdekirina kapasîteya hinardekirinê, sererastkirina boriya neftê ya Kerkûkê ye ku di rêya Tirkiyeyê re digihîje Deryaya Navîn û herwiha boriya Kerkûk-Baniyasê."
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




