Rejîma Îranê li Baneyê kolberekî Kurd qetil kir

Rejîma Îranê li Baneyê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Kolberê Kurd, Rehman Resûlzade, duh, Şemiyê 16ê Tebaxa 2025an, li devera sînorî ya "Hengejal"ê ya bajarê Baneyê, bû hedefa rasterast a gulebarana çekdarên rejîma Îranê û canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hat belavkirin, bûyer duh serê sibê qewimî dema ku komek kolber ketin kemîna pasdarên sînor.

Hat ragihandin ku hêzên Îranê bêyî hişyariyeke pêşwext, ji nêz ve gule li kolberan reşandin. Di encama êrîşê de, Rehman Resûlzade bi guleyeke ku li sîngê ketî, hat qetilkirin û di cih de canê xwe ji dest da.

Çavkaniyan da zanîn ku Resûlzade yê 45 salî, xelkê Baneyê û bavê zarokekî bû. 

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.